PNDK


2.0 par Ararat Group
Apr 14, 2019

À propos de PNDK

pndk.org | Comité de formation à KKK

لجنة التدريب في ك ج ك

Derbarê me de

Open configuration options

Têkoşîna jiyanî ya zindiyan a ji bo ku bi xwezayê re li hevbikin, di wateya giştî de mirov dikare weke perwerde pênase bike. Lê ji hêla mirov ev yek xebateke `bi aqil` û ‘civakî’ ye. Mirov û civak asta xwe ya çandî, serpêhatî û daneheva xwe, zanist û teknolojiya xwe; bi kurtayî hemû berhemên aqil û civakbûna xwe bi rêya perwerdê digihîne nifşên nû û bi wan dide hînkirin. Ji vê hêlê ve perwerde xebateke jiyanî ye. Ji hêla cewherî ve ji ber ku dixwaze xwe bigihîne ya baş, xweşik û mirovane jî perwerde, xebateke sincî (exlaqî) ye.Tê zanîn ku civakênxwe di vî warî de baş birêxistinkirine, ji bo mirovahiyê rol û risteke pêşengîtî pêk tînin. Di vî milî de jî perwerde xwedî taybetmendiyeke demokratîk e.

Lê mirov nikare bêje ku hemû xebatênperwerdê xwedî van taybetmendiyên erênî ne an jî bi vî rengî bi encamp dibin. Baş tê zanîn ku gelek nirxên madî û moral ku ji bo başiya mirov û civakê ne, bi awayekî neyînî û li di jtê bikaranîn. Dîsa tê dîtin ku di dîrokê de hişmendî û saziyên desthilatdar karê perwerdê ji bo armancên xwe bi awayekî neyînî û xirabkar bikar anîne. Ji van kirinên ku armanca wan bişavtin û qirkirina çandî ye, civakeke ku herî zêde zirardîtiye jî gelê Kurd e. Lewre jî ji bo gelên ku bi pest, pêkutî û înkarê re rû bi rû dimînîn, jiyanîbûna xebata perwerdê, hîn zêdetir xwedî wateyeke kûr û taybet e.

Komîteya Perwerdê ya KCK ku bi salan e xebatên xwe dimeşîne, perwerdê bi vê wateyê digre dest. Di heman demê de di pêkanîna paradîgmaya Netewa Demokratîk û civakîbûyîna polîtîk – exlaqî de jî wek xebateke bingehîn dinirxîne.

Raman, helwest û nêzîkatiya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya zayendî; ew paradîgma û risterêgez in ku wê bibin bingeh ji bo kar û xebata me. Di heman demê de ewê bibin bingehên stratejî û polîtîkayên perwerdê ku emê di erdnîgariya xwe de pêş bixin. Di vê wateyê de di pêvajoya demokratîkbûna netew de xebatên perwerdê wê bibin xwedî rol û risteke sereke.

Bi vî awayî di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn û li ser bingehê Netewa Demokratîk, bi zimanên herêma me û hindek zimanên cihanê, em ê malpera xwe sazbikin û armanca me ew e ku em xwe bigihînin firehtirîn pêkhateyên civakê.

Bi xwendevan, mamoste, rewşenbîr, nivîskar, zanyar, lêkolîner, hunermend; bi kurtayî bi hemû kes, derûdor û saziyên ku di ware perwerdê de xwedî ked in, di platformeke bi vî awayî de hevdîtin û parvekirina bi wan re, wê bibe bingehê kar û xebata me.

Di malpera me de nivîs û belgeyên derbarê pergala perwerdê ya Netewa Demokratîk de, pergala KCK, dahûrandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser perwerdê, nivîsên derbarê Şehîdên me yên Têkoşîna Azadiyê yên ku mamoste û perwedekar in, daxuyanî û beşa belge-pirtûk cih digrin

Lê em di wê baweriyê de ne ku nêrîn, parvekirin û alîkariya we xwêner û şopîneran wê hêzeke mezin bide malperê. Em di nêrînê de ne ku perwerde `hevbandorî` ye. Hêviya me ew e ku malpera me wê bibe qadeke hevdîtin û hevbandoriyên watedar ên li gel we

Quoi de neuf dans la dernière version 2.0

Last updated on May 20, 2019
لجنة التدريب في ك ج ك

Informations Application supplémentaires

Dernière version

2.0

Telechargé par

Tarun Desai

Nécessite Android

Android 4.4+

Voir plus

Use APKPure App

Get PNDK old version APK for Android

Téléchargement

Use APKPure App

Get PNDK old version APK for Android

Téléchargement

Alternative à PNDK

Obtenir plus de Ararat Group

Découvrir